Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyê û Rojhilata navîn gur bû , bayê penaberiyê jî rabû û hejmareke mezin ji Kurdan weke miletên din berê xwe dane Ewrûpa û Rojava û li gelek welatan belav bûn .
Bê guman , Nifşên ciwan û zarok bêhtir dikanibûn bi nişticiyên wan welatan re têkildar bibin , çi li dibistanan , çi jî li dîdar û avjenîngeh û cihên din , fêrî çand û zimanên wan miletan dibin , pê dinivîsînin , diaxafin û dixwînin û di pir waran de jiyana xwe weke wan derbas dikin .
Lê di warê fêrbûn û parastina zimanê zikmakiyê de , ango zimanê Kurdî , roj li pey rojê lawaz dibin û zimên ji bîr dikin .
Çimkî ne tenê li der ve yî mal pê naixifin , lê belê di hundir mal de jî bi hev û zarokên re bi zimanên biyaniyan şorê dikin , her wiha li mûzîk stranên wan jî dibhîsin.
Tevî ku , li Almaniyayê , welatê ku piraniya Kurdan lê bi cih bûnî . Ji sala 1994an de , wek perleman û şalyariya “wezaret” ; perwerdeyê , biryar dabûn ku li her dibistanekê heger şagirtên Kurd hebin û bixwazin , divê mamoste ji wan re peyda bibin û weke zimanê Almanî bi rengekî fermî bête xwendin .
Her çendî malper û rûpelên Internenî jî yên taybet bi zimên Kurdî hene , lê xwedanên zarokan guh nedane vê mijarê û pêşeroja wane zimanî paşguh kirine .
Zimanê zikmakiyê yan jî nasname û hebûna wan li Ewrûpayê di bin gefa ji bîr kirin û wendabûnê de ye . Hêja yî gotinê ye , ku mirov bêje ; Kurdên kevin yên li van welatan dijin û helbestvan û nivîskaran jî di debarê hînkirina zimên de tu gavên erênî neavêtine , nivîskar tim hewil daye bi zimanên din , weke Erebî , Farisî û Tirkî binivîse , ji ber ku , ji aliyekî ve xwendevanên Kurdrî kêm in , ji aliyê din ve jî sûda wan e diravî tê de tuneye . Bi boneya vê roja pîroz , roja zimanê Kurdî ya ku ji aliyê saziyên fêrkirin û parastina zimên û tevgera Kurdî ya konevanî ve hatiyê hilbijartin , em hêvî û daxwaz dikin , ku xwedanên zarokan di malên xwe de jiyana xwe bi Kurdî bibhorînin û bi wan re bi zimanê wan yê zikmakî biaxifin .
Her wiha wêjevan û rêxistinên ramyarî jî di derbarê vê babtê de bi erkê xwe rabin , zimên bidin parastin , bidin xwendin û bidin hokirin .