Ev çil rojin , Bavê Hevraz Kula te , nehat daqurpand
Çend me hewl d ,em bawer kin Ku Felekê tuj me sitand
Dil û mejî qebûl nakin Çawe ezman heyv hilweşand
Em qebûl nakin vê yekê Çima qederê tu xapand   ?
● ● ●
Wêneyên te li ber çava Hêdî hêdî tên û diçin
Gotinên te ,dîdarên te Di serî de ,hîn dilivin
Kar û liv û xebata te Bi pêşve me tehif didin
Xewn û armanc û hestên te Bi soz emê bi cî bikin
● ● ●
Silava li hevalan ke Li Hesen û Azad Saroxan
Li Newaf û Ebdela Kolo Li Şêrzad û Ehmed Bozan
Silavên Pirs û Newrozê Bighîne Kemalê Henan
Silavên Hîwar û Wehdê Bide destê Salih Osman
● ● ●
Silavan li Ismayîl ke Li Şivan û Şems û Rêzan
Bila xweş bawer bin ,tu jî Hîn li dare ,ew dibistan
Ji Dêrikê ta Kurdaxê Heval tevde li ser piyan
Veger nîne ,qet na westin Ta em dozê nekin destan
● ● ●
Çi derbe bû te li me da Ji kokê te em hejandin
Ji nişka ve ,tew bê xatir Dil û kezeb şewitandin
Çav bi hêstir ,dest şikestî Digel xwe te em revandin
Hevalê rê ,Bavê Hevraz Bi xwînê te em Giryandin
20/9/2017
 
yekiti