1- Birêz Mislim hûn bi lîsteyên cuda di hilbijartinên Encûmanên Xwecihî de li Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin , ango li hin herêman bi navê Partiyê beşdar dibin û li hinên din bi navê Hevbendiyê , sedem çi ye ?

Birastî qelsiya Hevbendî bû ser sedema ku partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê  li Kobanî û Efrînê bi navê partiyê beşdarî helbijartinan bibe û ji aliyekî din ve  lewaz bûna Hevbendî ya niştimanî a kurd li Sûriyê li Kobanî û Efrînê, ev herdu sedemên ku partiya yekîtî bi du lîstan beşdarî helbijartinan bû.

2-Ta kîjan radeyê ev hilbijartin ji bo mirov û civakê girîng in ?

Bêguman helbijartin pergala bingehîne ji serkeftin re, lewra jî, ji erkê civakiye  ku rêvebir û berpirsiyarên  xwe hilbijêrin û vîna xwe di wan berpirsiyarên de hebe ta ku ew civak birêkûpêk jiyan bike, li gor wê yekê wê karibin mirovê hêja têxin  cihê hêja, lewra jî ev helbijartinên ku li deverên kurdî  dê li darixin gelekî girîng û bi sûdin ji civakê re gava bi awakî demoqrasî kuta bibin .

3-Gelek çavdêr dibêjin ; di beriya du salan de , destêwerdan di hilbijartinên Efrînê de bûn û ew têk çûn û ev jî wê ne serkeftî bin . Hûn çi dibêjin ?

Bêguman hertişt pêşbîne,lê hêvî ew e ku ew destwerdana  ku di helbijartinên herêma Efrînê yên borî de dubare nebin , lê gava ew destwerdan bibe em ji van helbijartinan vedikişn û helwesta partiyê di riya daxuyanekê re diyarkin.

4-Ta kîjan radeyê hûn bawer in , ku dê hilbijartin zelal û serkeftî bin ?

Di siyasetê de hertişt gengaze ku bibe,lê em hêvîdar in ku ti pirsgirêk peyde nebin û bi awakî demokrasî kuta bibîn

5-Em derbasî rewşa ramyarî bibin . Wek hûn dizanin amadekariya kongirekê ji bo Sûriyê li Rûsiyayê tê kirine . Bi nerîna we , wê ev kongira dikanibe rewşa Sûriyê ku Kurd jî beşek jê çareser bike ?

Wek hûn dizanin ku Rûsiya xwest  destpêkê kongirekî li balefirgeha Hemêmîm bi navê kongirê gelên demokrat li sûriyê li darxe, lê ew kongir bi bandora hin welatan, veguhestin  bajarê Sûçiyî li Rûsiya û ji naveroka wî valakirin û her wiha sozê civîna Sûçiyê jî  hat guhartin
Lê em bawer in wê nikaribe ti careseriyê dadmend ji rewşa Sûriyê re peyde bike.

6-Di dema dawiyê de , helwesta rêjîma Sûriyê di derbarê Kurdan de tund bûye û li gor wê ew dixwaze herêmên Kurdan desteser bike . Gelo hûn dibînin wê ew careke din vegere deshilatdariya herêmên Kurdî bike?
 
Rewşa Sûriyê wê were guhartin û  destûrekî nû jê re were nivîsandin,vêca li gorî destûr wê Sûriyê birêve biçe û her wiha em pêşbîne dikin ku hin alî hewil didin ku hemî deverên dervayî serweriya rêjîmê vegerînin bin desthilatdariya rêjîmê .
Lê em bawer in wê destûr her tiştî dabîkirin  bike û ev rewşa heyî çi li deverên kurdî û çi li deverên dîtir weha berdewam nake.

7-Bêguman hûn wek partî xwedan nerîn û pirojeyeke siyasî ne , nerîna we ji bo pêşeroja Sûriyê çi ye ?

Em pêşbîn dikin ku qeyrana Sûriyê berve dawiyê diçe li gorî gelek jêderan, çimkî ku ew welatên destwerdan di qeyrana Sûriyê kirî gihîştin armancên xwe.
Di nêrîna me de wê Sûriyê welatekî nenavendî be .

8-Piştî hilbijartinên kommun û xwecihî , qonaxeke din destpê dike , ew jî hilbijartinên Parlemanê ne . Hûn e di wê de jî beşdar bibin ?

Beşdar bûn wan helbijartinan li ser du xalan dimîne:
1-  Li ser encamên helbijartinên 1/12/2017 an .
2- Wê demê ku partiya me bibîne sûd di wan helbijartinan de heye.

9- Di dawiyê de , hûn çi nameyê ji hilbijêr bi rê dikin ? hûn bawer in , ku dê hilbijartin zelal û serkeftî bin ?

Li diwiyê em bengewazî hemî dendêran dikin ku bi wijdan û bêtirs dengên xwe bidin aliyên ku di pêşerojê de xizmet bike.
Her wiha em hêvîdar in ku ev helbijartinên ku li kurdistana Sûriyê dê bibin serkeftî bin nesexte bin weke helbijartinên ku li Efrînê bûyî dema borî.

yekiti