Ma ku min zanîba ev e

Ma qey ji te min hez dikir

Ber bi germa dilê xwe ve

Ma min hišê xwe tev dibir

Wek kerenga li ber bayê

Îro li vir ,sibe li wir

Li pey xewnên evîna te

Min temenê xwe li ser kir

***********************

Xwezî ez hingî kor bama

Bi çav de rijya ba Asît

Ji sorbûna lêvên te re

Min nedaban çepk û Fît

Kelha Demdem dil bi mana

Lê nehatiba ti kilît

Hevoka hevgirtî û resen

Qetqet nebûba kît û kît

***********************

Min digo qey em yê hevin

Çi çê bibe ji hev nabin

Ez û te yekin her û her

Dilê me j’ hev zuh nabin

Mirin jî yar ,ku em mirin

Her divê em bi hev šabin

Felek li me bibe Kabûs

Šoreš di rû de ,mê rabin

***********************

Gotinên me ,dîdarên me

Tev bûne xewn û bîranîn

Li ber bayê xap û Hîla

Bi ezmanê heftan de firîn

Yek ji wan jî pêknehat

Hišk û tazî li hev civîn

Kaniyên ešqa tey xedar

D’ nava min de hemî teqîn

************************

Ev bûn encamên te ešqê

Ey evînê ,ey xwîn mijê

Xortek ciwan ,te min kal kir

Hey bêbextê ,xwedî kujê

Û hîn jî li ser pelên te

Hibir wek xwînê dirijê

Wekû min bi hezaran mest

Bi Giryanî di ponijê

yekiti