Bi boneya duyemîn salvegera di ser komkujiya ku li kobanê qewimî re darbas bûyî.
Komeleya rengîn di roja yekşemê de bi beşdariya hejmareke mezin ji revenda Kurdî li Ewropayê li bajarê Hêrnê li Almaniya wê boneya xemgîn bibîr tîne.
Gotinên siyasî ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîran ve hatin xwendin û tê de wefadariya xwe ji cangoriyan re dubare kirin û ew komkujiya ji aliyê Dayîşê ve pêk hatî şermezar kirin.
Hejmarek ji hunermendên wî bajarî û rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û bi saz û awazên xwe wefadariya xwe ji pakrewanan re dane zanîn û giyanên wan zindî kirin.
Beşdaran gazin û lomeyên xwe ji nakokiyên di navbera tevgera kurdî de kirin û daxwaz dikin ev boneya bibe sedema nêzikbûn û lihevkirina wan .
Di heman demê de ronamnivîsê kurd Can Dost yê ku bi xwe ji wî bajarî ye Romana xwe ya bi navê Kobanê îmze kir .
Di 25-ê meha Cehzerana 2015-an de , çekdarên rêxistina Dayîşê derbasî nava bajî bibûn û du teqîn li nêzikî sînor pêk anî bûn û bi kêr guleyan xelekê sivîl kiribûn armanca xwe .
Di encamê de 264 kes bûne qurbanî , jê 37 zarok , 77 jin bûn û 267 birînda bûn .
wêne :
vîdyo :
   
yekiti