Sûlav û dar û dehlên şîn
Helkehelka sedên sala
Li ser axê xwêdan û xwîn
********************
Kelha Demdema demê ye
Bi çember û pir asê ye
Destwerdana kelha Dem dem
Merema dilê xelkê ye
********************
Darê Efrînê bi destin
Serbilind û axperestin
Li ser tixûb û sînoran
Gelek karwan pûç şikestin
********************
Wê xewna me herê serî
Vebin li ber me pir derî
Ji nav deşt û zozanên me
Bifrin kevok,ref û kerî
********************
Her bostek wê rizgar bibe
Kurd jî wê bi biryar bibe
Ji nû li ber govenda me
Cemîl Horo şiyar bibe
********************
Wê kesk û sor û roka zer
Li Kurdaxê li her dever
Di ezman de pêlan bide
Li noqê wê bibe kember
********************
Efrîn wê Efrîna berê
Destê xudayê jor serê
Tirk û çeteyên dijminan
Xwe nagirin qet li berê