Keko hêvî wendane                                                                                                                              

Daxwaz daliqî mane

Xweşiya, jînê zimane

Ew jî yê min lal û kul

Xwezî kûr û dûr diçin

Qad bê cot û bûr diçin

Divok tev di qurmiçin

Bapêç têne can û dil

Keko armanc derange

Hîn hîv bê şewq û renge

Sal xelaye rê tenge

Bar girane li ser mil

Havîn germ û germişkin

Payîz toz û dûpişkin

Zivistan sert û hişkin

Bihar bê çêmen û gul

Zad û zevî bê avin

Zebeş pûç û sistavin

Wek jiyana kurd xavin

Sera hişk û binra pil

Milet bê karmend û kar

Tev geda û bendewar

Koçber û dîl û hejar

Dest kar mane bê şixul

Gund valane ji mêran

Nayê dengê dilêran

Tenê kundên şikêran

Ji xwera kirin kavil

Xanî qubik û maxin

Ser û binê wan axin

Dîwar xar û pelaxin

Derî darîn kevn û qul

Daristan şewitîne

Bax û bîstan bê mîne

Payîza pel weşîne

Bi şevnema nabin şil

Kal û pîr ber dîwarin

Riswek bê erk û Karin

Xort ji herêmê darin

Teve keçên çav bi kil

Keko girav xopane

Kanî tev bê av mane

Bîrên gund miçiqyane,

Arvan bû para qimil

Ba û bager û bahoz

Wek tavgira sor û toz

Tiştek nehîştin tekoz

Keda min çû bê havil

Çemê xabûr û çeq çeq

Miçiqî ma melq û req

Têde pêşe kurm û beq

Genimê sor bû gilgil

Keko dîrok dibêje

Çîrok gelek dirêje

Ev nexweşî ji mêje

Tîrava di cerg û dil

 
 
 

 

 
 
 
yekiti