Gundê “Şêxbila”, “Siqor Elşemal, Elmecid, Elhemzat” û ferzkirina bi sedan tenekên zêtê zêtûna, girtinên tewşankî û tirs li Gundê “Îska”
Binpêkirin û pêkanîna tewanên têkel bê qedexekirineke olî û sincî yan jî rêgireke yasayî û siyasî, bi şêwakî rêbazkirî û li gor siyasetên Hikometa Dad û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê) – Turkiyê yên dijayetiyê û li dijî hebûna Kurdan û rola wan li Sûriyê, û bi pişikdariya Hemahengiya Sûrî (El,itîlaf) – Ixwanî û milîseyên nandoz ên pê ve girêdayî û bi ser Anqerê ve, li Efrîna dagîrkirî berdewam dibin; Evên li jêr jî beşek ji wan in:
= Gundê “Şêxbila”:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /7/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/60/malî pêkhatî ye, dora/350/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema dijberiya bi ser navçê de tev penaber bûn, jê tenê /22malbat=80nişte/vegerîn, û /40malbat=225nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin. Bi ser de jî dora /60/çadirî li çateriya gund hatin venandin û dora /400/nişte ji anîndeyan lê hatin bicîkirin, û ew keriyên pezên xwe bêwijdan li nav zeviyên çandiniyê diçêrînin.
Milîseyên “Lîwa’i Elşemal” gund desteser kirin; Dest danîn ser hin embarên êrd û şênberên xwarinê li çateriya gund, û herweha ser malên koçberên zorane tevî tiştmiştên tê de; Tiştên kanîn ji malên ên mane, mîna firax û alavên baqirî û elektirîkê, û hin tiştên din dizîn, û herweha jî /3/tirektorên çandiniyê yên ku piştî dandina vêrgiyên diravî ji xwediyan re hatine vegerandin, sê makînên pîkab ên “Esmet Bekir, Henîf Bekir, Şukrî Behcet”, guheztok (tirans) û kebilên (kêbil) toreya elektirîkê ya giştî; Û dest danîn ser avahiya guvêşgeha zêtûna ya “Reşîd Ebdo”, /350/darên zêtûnê yên zaroyên “Dilovanber Mihemed Yûsêf Bekir”, /800/dar ên “Arêf Teke û zaroyên wî” û /200/dar ên “Ibrahîm Hibo”.
Piştî ku wan gund talan kirin jî, mala “Remedan Hibo” bi awakî mebestkirî bi teqîneran hilweşandin, bi behaneya ku birayê wî li ba Partiya Yekîriya Demokrat (PYD) kadro ye, û bi topebaranê, bi piçekî ziyan gihîşte mala “Mistefa Elo” jî.
Û darên ihracê li çiyayên ku li dor gund û darên temenmezin qut kirin, jê dara Sindiyanê ya Romî ya “Hisên Bekir”, û herweha jî -bêwijdan- bi sedan darên zêtûnê, ji bo êzingkirin û bazirganiyê; Û agirin berdan daristaneke ihracê li hember gund.
Û weha xelkê gund ên mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna kêmrûmetkirin û girtinên bêsûcane, vê re jî işkencekirin, peresitandin û dandina vêrgiyên diravî, û bi ser de ferzkirina vêrgiyan li ser werzên zêtûna.
= Werzên Zêtûna:
– Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” û serkêşê wê “Hesen Hac Elî (Hesen Xeyriyê) – Zayend/1977/- Kensefre li Ciyayê Elzawiyê li Idlibê”, ji /1-6/teneke (16 KG sade) zêtê zêtûna li ser /204/malbatên Kurd ji nişteciyên resen ên li Gundê “Gemrûkê” – N. Mabeta mane weke vêrgî ferz dikin, yanê tevahiya tibabê dora /600/teneke ye.
– Milîseyên “Feyleq Elmecid” û herdu serkêşên wê “Yamên Telco û Yasêr Ebid Elrehîm”, vêrgiyeke mezin ji zêtê zêtûna ferz dikin: /190/teneke li ser Gundê “Heyama”, /160/ teneke li ser Gundê “Su’iriya”, /150/teneke li ser Gundê “Bêxçe”, û /180/teneke li ser Gundê “Elîbegê”, li N. Bilbilê.
– Milîseyên “Firqit Elhemzat” û serkêşê wê “Sêf Ebû Bekir Bolad” li N.Bilbilê, /200/teneke zêt li ser Gundê “Şingêlê”, /250/teneke li ser Gundê “Bîkê”, û /300/teneke li ser Gundê “Elîkera”, ferz dikin.
= Girtinên bêsûcane:
– Li 1.11.2021an Z, “Asayêşa Sivîl li Mabeta” herdu hemwelatî “Ebid Elqadêr Mihemed kurê Mistefê/57/sal, “Bahêr Hemze kurê Mistefê/56/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê”, bi behaneya pişikdariya wan di parêziya şevê li dema Rêvebiriya Xweser a berê de girtin, û birin Bajarê Efrînê. Û berê jî li 25.10.2021an Z, hemwelatî “Teymûr Esmet Xelîl/42/sal” ji xelkê Gundê “Emara”, bi heman behaneyê girt.
– Li 2.11.2021an Z, “Asayêşa Leşkerî li Reco”, bi tewanbariya têkeliyê bi (R.X) a berê re, cara sisiyê ev hemwelatî ji xelkê Gundê “Me’imila” – Reco girtin:
1- Ehmed Xelîl Farês 2- Xelîl Osman 3- Qadêr Sebrî Farês 4- Ehmed Mihemed Ibrahîm 5- Şukrî Umer 6- Mihemed Hisên Beko 7- Selah Osman 8- Sibhî Umer 9- Necîb Kurdî 10- Ibrahîm Osman Hesen 11- Zeredeşt Kemal Kurdî 12- Selah Mihemed Elî 13- Mistefa Xelîl Ibrahîm 14- Ehmed Mihemed Betal.
Û berê jî wê dora /25/hemwelatiyan ji gund di navboriya heyva borî de girtibû, û piştî ku her girtiyekî ji wan baceyeke diravî bi qasî /1200/PT da, ew hemî berdan, bi mercê ku ew baceya bighêje du hezarî li dema derketina biryara sezakirinê; Û lîstak bi girtina/90/hemwelatiyî -carê hinekan- heye.
– Li kat deh û yekê ji êvara 3.11.2021an Z, “Asayêşê – Yasaya Rêzanî li Efrînê” li gel Milîseyên “Feyleq Elşam”, bi makînên çekdarkirî êriş birin ser Gundê “Îska” – Şêrewa, û li gel metirsiya ku ketiye nav xelkê, dora /15/ hemwelatiyan -di nav de jî jin- girtin, jê “Selah Nûrî Se’îd, Esma’i Miho/70/sal – diya Selah, Cemal Hikmet Kolik, Cemal Mihemed Bekro, Welîd Heyder Me’imo, Pêşwar Sibhî Birîmo, Ednan Umer Îbo”, û hin ji wan jî revîn; Û asayêşê merivên hin din ên daxwazkirî agahdar kirin ku gerek xwe radest bikin an bav û birayên wan dê werin girtin, û ta niha çarenûsa girtiyan ne diyar e.
– Li şeva 5.11.2021an Z, piştî ku “Asayêşa Sivîl li Bilbilê û çekdarên Feyleq Elmecid” êriş birin ser malên van herdu hemwelatiyan “Mehrem Sîdo Bilo/55/sal, Hisên Henan Bêrem/46/sal – keyayê ku ji aliyê destlatên dagîrker ve hatiye binavkirin”, lêgerîn tê de çêkirin, hemî telîfonên xilyewî birin û ew herdu girtin, ji ber ku xelkê gund ji bo vêrgiya /300/ teneke zêt (16KG sade) ya ku Milîseyên “Feyleq Elmecid” li ser wan ferz kiriye, nerazîbûna xwe nîşan dan.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li 31.10.2021an Z, piştî ku li ser riya di navêna gundên “Berbenê û Goliya Jêrin” de – N.Reco, teksîk li orta zarokekî ket, pevçûnek di navêna çekdarin ji Milîseyên “Firqit Elhemzat” û hin din ji Êla “Elmewalî” yên anînde de derket, qurşîn hatin avêtin, û di encamê de, hemwelatî “Mihemed Emîn Yûsêf/45/sal” ji xelkê “Goliya”, bi qurşînê di lingan de û çekdarek birîndar bûn.
– Li 30.10.2021an Z, hin alavên ragîhandinî yên xwecihî yên rikber, nûçeyeke bi wêne û vîdiyo belav kirin, ku anîndeyekî bi navê “Sa’êr Miwefeq Elhelebî”, li Bajarê Efrînê zarokê hevjîna xwe bi lêdan û agirpêvenandinê işkence kir, û tekez kirin, ku piştî zarok bo nexweşxanê hate guhestin mir; Û tewankar hate girtin, û ew ji endamên Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah e – Elemşat”; Û tev jî di siya bêserûberî, serberdayetiyê, bilindbûna astên tewanê û cûreyên wê, di herêmên ku di bin bandorî û Dagîrkeriya Turkiyê de tê kirin.
– Li 3.11.2021an Z, dema otombîla ku li kêlek riya giştî û nêzîk Gundê “Goliya Jêrin” bûyer vêre çêbûye dihate kişanidin, bombeyeke zemînî ji bermayên şer teqiya, û di encamê de “zarokek dehsalî – kurê Berzanî Mihemed Elî Silêman” ji xelkê gund, sê sivîl ji anîndeyan û du endam ji “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” birîndar ketin.
Bidawîkirina dagîrkirina Turkiyê ji hin herêmên Bakurê Sûriyê re, Efrîn bi taybetî, bi hewcî mildanheveke niştîmanî Sûrî bi giştî, roleke Kurdî çalak û giştî, û piştgiriya Civaka Navdewletî û li ser serê wan Rûsiya û Emrîka ye.
07.11.2021an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– G.”Şêxbila”, û çadirên anîndeyan li çateriyê, û embarên ku dest danîne ser.
– Mala “Mistefa Elo” – G.”Şêxbila”, ya ku bi piçekî ziyan gihîştiyê.
– Daristaneke ihracê û dareke sindiyanê ye Romî û temenmezin berî qutkirinê, li dor G.”Şêxbila” – N.Reco.
– Agirpêxistinek li daristaneke ihracê, li hember G.”Şêxbila” – N.Reco, destpêka Tîrmeha 2020an Z.
yekiti