Gundê “Me’ireskê”, topebarankirina Efrînê û hin qurbaniyên kuştî, qutkirina hin daristanên gundên “Qitmê” û “Kefircenê”, girtinên bêsûcane
Bi bîranîna çaremîn a dijberiya Turkiyê li ser Herêma Efrînê re li 20.1.2018an, dîsa daxwazên xelkê wê yên ji bo dawîkirina dagîrkeriyê û hebûna nandozan tê de, û vegera wê bo seweriya Sûriyê û rêvebiriya wan, hatine nûkirin. Lê, bîneriyên kuştin û wêrankirinê jî careke din vegerîn bajarê wan, bi taybetî di heman dema ku Destlatên Dagîrkeriyê di binpêkirin û tewanan de û bi alav û şêweyên têvel, di siya bêdengiyeke navdewletî ye bigûman de, berdewam in.
Ev jî hin ji wan binpêkirin û tewanên ku têne kirin in:
= G.”Me’ireskê”:
Bi Navenda Efrînê ve girêdayî ye, /14/KM jê dûr e, ji dora /80/malî pêkhatî ye, dora /108malbat=550nişte/ji Nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, ji wan /50malbat=150nişte/man, ên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /50malbat=300nişte/ji anîndeyan di malên dest danîne ser de, û /15malbat= 100nişte/ din jî di çadirên li rex gund de, hatin niştecîkirin.
Û di dema dijberiya bi ser herêmê de, dibistana gund û /4/mal ên “Ciwan Tobal, Ebid Elqadêr Osman, Mehmûd Samî, Mihemed Hemo” bi tevahî hatin roxandin, û /5/malên din jî yên “Îbrahîm Tobal, Adêl Tobal, Ezet Tobal, Zekeriya Henan, Fû’ad Xelîl” bi piçekî; Û /3/ mal ên “Wefîq Tobal, Mihemed Tobal, Cemal Hac Yûsêf” hatin şewitandin.
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” gund desteser dikin; Di dema êrişkeriya wan ji gund re, hemî kelûpelên malan ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, û alav û amûrên elektirîkê û hin din -berî vegera xelkê- dizîn, herweha jî /6/giropên zayendkirina elektirîkê digel /10/tirektorên çandiniyê tevî dûhatiyên wan ên “Wefîq Tobal, Ciwan Tobal, Îsam Tobal, Ebid Elqadêr Osman, Îbrahîm Hec Yûsêf, Cako Osman, Ebid Elqadêr Osman Xelîl, Mûnîr Mihemed Emîn, Mihemed Ezet, Xelîl Ezet, Mistefa Ehmed Oso, Ezet Adêl” û /4/ makîne yên “Mistefa Ehmed Oso, Faroq Ehmed Oso, Tac Eldîn Xelîl, Ehmed Yûsêf”.
Û weha jî wan dest danîn ser dora /10/hezar darên zetûnê yên “Mihemed Tobal bavê Memdûh, Ebid Elkerîm Arêf, Ednan Arêf, Wehîb Mihemed Elî û birayên wî, Kemal Xelîl, Cako Osman, Îsam Tobal, Mihemed Sibhî Tobal, Mûnîr Mihemed Elî û birayên wî, kurên Mûrad Tobal, Ezet Tobal, Mehmûd Samî”, ji bilî wê jî vêrgî li ser werzên zeytûna û yên din ferzkirin, û weha dizîn jî jê kirin.
Û yên ji xelkê gund mane jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê revandin û girtinên bêguneh, peresitandin, rûmetnizimkirin û hin din; Bidehan ji wan -di nav de jî jin û yên negîhayî- hatin girtin û işkencekirin, hatin neçar kirin ku vêrgiyine diravî mezin bidin da ku Destlatên Dagîrkeriyê û milîseyên bi ser ve wan berdin, û ta niha çarenûsa “Ehmed Xelîl kurê Ebid Elhenan/40/sal” ji dema ku berî bêtirî salekê hatiye girtin/revandin ve, ne diyar e.
Herweha milîseyan darên îhracê li Cîgeha “Çavê Çiyê – Eyn Elcebel” qut kirin, û gora Dilovanber “Mihemed Tobal bavê Memdûh” hilweşandin.
= Girtinên bêsûcane:
– Li 17.1.2022an Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” Hemwelatî “Hesen Mihemed Bêrem/58/sal” ji xelkê G.”Kêla”, bi tewanbariya hevpişkiyê di parêzvaniya şevayî de, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de girtin, û birin Efrînê û li 20.1.2022an berdan.
– Li Şeva Çarşemê/ Pêncşemê 13.1.2022an Z, Milîseyên “Istîxbaratên Turkiyê” û Milîseyên “Asayêşa Sivîlî li Cindirêsê” ev hemwelatî “Ferhad Mihemed /50/sal – keyayê Gundê Qijûma, Henan Mihemed Mûse/57/sal – keyayê Gundê Qurbê tevî kurê wî Beşar/25/sal” girtin, û ta niha bêsûcane bendkirî mane.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 20.1.2022an Z, otombîleke cîp li Bajaroka “Meryemînê” – Efrîn bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de jinek hate kuştin û hin din jî birîndar bûn.
– Li Pêncşemê Nîvro 20.1.2022an Z, di heman roja ku Turkiyê li 2018an êrişî Efrînê kiriye de, Bajarê Efrînê bi çar mûşekan ji aliyê herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de hate topebarankirin, ew li orta bajêr (kolana Meydana Azadî, Kolana Reco) ketin, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin mal, dîkan û makînan, û /6/ kes hatin kuştin û /24/jî -di nav de jin û zarok-birîndar bûn – li gor “Berevaniya Sivîl li Efrînê”, û ji qurbaniyan sisê ji xelkê herêmê bûn û ew jî ev in: Mihemed Me’irûf Îbrahîm/26/sal ji pêkhateya Ereb, Mihemed Neş’et Îbarahîm /55/sal – Gundê “Hecbilêl”, Cûnî Ednan Mensor/17/sal – Gundê “Şorbe”.
Weha jî hêzên Artêşa Turkiyê û milîseyên wê, herêmên “Şehba’i û Çiyayê Lêlûn” – Bakurê Heleb – gundên “Aqûbê, Soxanekê, Zaretê, dor Dêrcimêlê, Keferenton, Şewarxe…” û hin din, di heman rojê de, di heman dema ku bihezaran Koçberên Efrînê derketibûn xwepêşandanan û daxwaza bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê dikirin de, topebaran kirin. Û di encamê de, ziyanin şênberî gihîştin hin malan û zarokeke ji Gundê “Aqûbê” jî birîndar ket.
= Qutkirina daristanan:
Piştî vegera li hin wêneyên ji aliyê Gogêl Êrs ve li Navça Şera – Efrîn -berî û piştî dagîrkirinê- hatine girtin:
– Bakurê Gundê “Qitmê” (Rêbendan 2018an Z, Cotmeha 2020an Z).
– Bakurê Gundê “Kefircenê” (Mijdara 2017an Z, Cotmeha 2020an Z).
Û beramberkirina di nav wan de, em dibînin çiqas herdu daristan (Qitmê dora/200/hiktar, Kefircenê dora/45/hiktar) – yên ku di heyştî sedsala borî de hatine çandin, rastî qutkirineke fere û mezin hatine, û herweha jî bi sedan darên zeytûnê yên dora /15/ salî û bi rûberiya dora /6/ hiktaran hatine hilkirin, bi sedema avakirina bargeheke leşkerî li ser bilindahiya di navêna herdu gundên “Kefircenê” û “Metîna” de.
Topebarankirina tewşankî li ser Bajarê Efrînê, û weha jî topebarankirina gund û bajarokên Bakurê Helebê – yên bi koçberên Efrînê mişt in, û armanckirina malan û sivîlan, tewanên şer ên şermezarkirî ne.
23.01.2022an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Maleke ziyan gihîştiyê li G.”Me’ireskê” – Efrîn.
– Qutkirina darên ihracê û roxandina gorekê – G.”Me’ireskê” – Efrîn.
– Daristana Bakurê G.”Qitmê” (Rêbendana 2018an Z, Cotmeha 2020an Z), Gogêl Êrs.
– Daristan û cîgeha bargeha leşkerî li Bakurê G.”Kefircenê” (Mijdara 2017an Z, Cotmeha 2020an Z), Gogêl Êrs.
– Hersê Pakrewan “Mihemed Me’irof Îbrahîm, Mihemed Neş’et Îbrahîm, Conî Ednan Mensor”.
yekiti