Gundê “Çê” yê Koçberkirî û G.”Coqê” yê binpêkirî, qurbaniyên kuştî û birîndar ên tobebarana Efrînê, teqîna makînakê
Bi ser hemî bêtarên ku ji ber dagîrkirina Turkiyê gihîştine gelek herêmên Bakurê Sûriyê û ta niha jî berdewam in, û belavbûna serberdayetî, gendelî, binpêkirin û tewanan têde, serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî “Nesir Elherîrî” bê heya û fedî namak ji Erdoxan re rêkir û têde jê xwest ku gerek Turkiyê destêwerdaneke leşkerî di herêmên “Tilrif’etê” û “Minbicê” – gundewarê Heleb ê Bakur de bike.
Evên jêrin jî bûyerên belgekirî ne:
= Gundê “Çê”:
Li hafa Çiyayê Hawarê ye (yê ku /800/M bi ser rûyê deryayê dikeve, û /30/KM bi aliyê Bakur ve ji Bajarê Efrînê dûr e), ji /47/malan pêk tê, dora /200/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, niha koçberkirî ye, û bi sedema ku gund veguhestin bargeheke leşkerî ye Tirkî, tenê malbatek ji /7/ endaman vegerî, /15/malbat ji vegerê hatin qedexekirin û neçar bûn ku li bajêr û gundên derdorê rûnin, û yên mayîn jî bi zorane bo derveyî herêmê werin koçkirin.
Destpêkê Milîseyên “Neviyên Pêxember – Ehfad Elresûl” ketin gund û piştre jê vekşîn, wê milîseyê heyînên hemî malan (xwarinvexwarin, alav, raxistek, amûr, firaxên baqirî, û cerên gazê û yên din) dizîn, û weha jî hemî keblên “kêbil” û stûn û guheztokên”tirans” toreya elektirîkê ya giştî, alavên çandiniyê (gîsnek, du tirêle, du kilfetor), sê giropên zayendên elektirîkê, du makîne pîkap yên herdu hemwelatiyan”Welîd Beko, Menan Henan” û heyînên dibistana seretayî li gund, dizîn.
Leşker û efserên Bargeha Turkî (ya ku çekên orte û sivik dihewîne) di malên gund de radibin û rûdinin, û dora /40/konî (200nişte) ji perwerdekar û şivanên pêz ji anîndeyan li derdorê ne, û keriyên pezê xwe – bêtirî /5/hezar serî – li çê û di nav zeviyên çandiniyê de diçêrînin, bê ku kesek wêribe li pêşiya wan bisekine yan bibêje na.
Dor gund bi dirêjahiya/500/M û pe’iniya /200/M ji aliyê Artêşa Turkiyê ve bi mebesta çêkirina bargeheke leşkerî hate rêşkirin, di encamê de dora/1500/mêwên tirî û /400/darên zeytûnê û darên hejîr û behîv û tûyê hatin hilkirin, û bi ser de jî /15/darên “gêlberiyê” yên temenmezin li goristana gund (a ku ji aliyê milîseyan ve tûşî tarûmarkirin û pêlîskandinê bûye) hatin qutkirin.
/6/ hezar darên zeytûnê ji malmewalên gund bêxizmet man, /2500/dar rastî şewtandinê hat in, /400/dar li Geliyê “Xilxilê” “Firqit Elsultan Mûrad” dest danî ser, û yên mayîn jî xwediyên wan /%10/ ji berhemê weke vêrgî didin.
Lê Çiyayê “Hawarê” (ya enîhilmiştî, bergeh dora /100/hiktarî û têde daristanên xwezayî ji darên gêlberiyê û zeytûnên çoleyî û qetlebê û guvîjê û nermikê hebûn, û ji lawirên çolê re weke parastingehekê bû) ji sê salan ve tûşî şewtandinê bû û ji ber wê jî dora 30% ji nixuma çê ya geyayî wêran bû , û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî – Elceyş Elwetenî” yên ku gundên li derdora çê (Avrazê, Gobekê, Dîbê, Hesendêra, Qirigolê, Xelîlaka, Zivingê, Dîkê, Goliya) desteser dikin, hemî beşê mayî ji bo êzingkirin û çêkirina komirê qut kirin – tenê li herdu gundên “Avraz û Gobekê” bîst ûcaqên çêkirina komirê hene – , û niha tenê kokên daran û şivên zirav mane.
Malbatên li herêmê mane jî nikanin vegerin malên xwe, bi ser hewildanên li dû hev û pir giliyên ku pêşkêşî “Encûmenên Xwecihî û Komîta Redkirina Zordariyan” kirine.
= Gundê “Coqê”:
Girêdayî Bajarê Efrînê ye, /8/KM jêve dûr e, ji /500/mal pêk tê, dora du hezar nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, piştî dagîrkeriyê ji wan dora /1500/ nişteyî man, û dora/300/nişte ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Di dema şer de, ziyan bi piçekî gihîşte malên herdu hemwelatiyan dilovanber “Zekî Ereb” û “Ebû Cemal”.
Milîseyên “Lîwa’i Elxab – Firqit Elhemzat” gund desteser dikin, û avahiya şaredariyê û cîgeha “merxê” a nêzîk gund ji xwe re kirine du biryargeh; Û di dema êrişkeriya ser gund de, heyînên piraniya malan(xwarinvexwarin, alav, amûrên enerciya elektirîka royê, firaxên baqirî û qizêzî, cerên gazê û tiştin din) dizîn, û weha jî dizîna hemî kebil (kêbil), stûn û amûrên toreyên elektirîkê û telîfûna zemînî yên giştî, û giropa hilkişandina ava vexwarinê.
Weha jî milîseyan dest danîn ser dora /10/hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyên gund ên ne li gund û ên zorane koçkirî, jê: Du hezar dar ên kurên “Kemal Mihemed Nûr” in û hezar jî yên malbata “Cenker” in.
Û ew bi zorê bi xwediyê guvêşgeha zeytûna “Ezedîn Osman Dirê’î” di karanîna wê de hevpariyê dike, lê Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” di guvêşgeha hemwelatî “Xalid Ebid Elqadêr” de a li ser çateriya gund hevpariyê dike, û bi ser de jî /10-15%/ji berhemên zeytûna weke vêrgî ferz dikin.
Herweha /7/PT bi navê”baceya paqijiyê” li ser her malekê û /10/PT li ser her dîkanekê ferz dike.
Û xelkê gund rastî hemî cûreyên binpêkirinan (revandin û girtina bidehan ji hemwelatiyên gund bi dem û vêrgî û cezayên diravî yên têkel û digel tûşîbûna işkencekirinê) hatin, jê: 1- Duktor “Riyad Minle Mihemed” e (yê ku li Rezbera 2018an hatiye girtin û zorane hatiye veşartin ta ku li 7.3.2021an hatiye berdan), û milîseyan dest danîne ser (xwaringeha Çiyayê Hawarê, Dibistana Dostan – Elesdîqa’i) ên wî. 2- Herdu bira “Idrîs û Henan Ereb Bekir” ên ku hatine girtin, du heyvan zorane hatine veşartin, û li hefta borî hatine berdan; Û hemwelatî “Mihemed Hec Elî” jî di bûyera teqandina makîna van a di hundir “bazara keskahiyê – sûq elhal” – Efrînê de, li 16.12.2018an, şehîd ket.
Û cîgehên (Girê Coqê a li paş goristana gund, Girê Eyn Dîbê li deşta Rohilatê gund, Zaretgeha Şêx Cemal Eldîn ) ên kevneşopî, di bin serpereştiya Istîxbaratên Tirkiyê de, bi alavên giran hatin kolandin û vedan, û kinzên wan ên veşartî hatin dizîn.
Û milîse û hin anînde, li deştên gund, bi şêwakî hovane di qutkirina darên zeytûnan de berdewam in, û ji darên hatine qutkirin: /25/dar ên malbata dilovanber “Ebid Elrehman Osman” in, /110/dar ên “Cemîl Ehmed Hisên”, /100/ dar ên dilovanber “Ehmed Minle Mihemed”, /40/dar ên kurên “Mehrem” û /150/ jî yên “Ekrem Hec Elî” ne, û herweha jî hilkirina /100 dar mezin + 90 dar biçûk/ ên “Re’ûf Mistefa” û /220/dar ên “Fexrî Bekir – ji xelkê Gundê Dumiliya”.
Bi ser de jî çêrandina hovane ji keriyên pêz re di nav zeviyên çandiniyê de, ji bilî wê jî dizîna werzên zeytûn, meywe û tiştên din.
= Qurbanî û birîndar:
– Li şeva Şemiyê 12.6.2021an, Bajarê Efrînê du caran li pê hev bi avêjtekên mûşekî, ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyê ve hate armanckirin, û bê ku li xaleke leşkerî kevin, hin ji wan li nav erdên çandiniyê û hin jî bi ser Nexweşxana “Elşîfa’i – Avrîn a berê” û hejmarek ji malan de ketin, û di encamê de, beşekî mezin ji nexweşxanê hilweşî, gelek ziyan gihîştin malan, /22/kes pakrewan bûn û bidehan jî birîndar bûn, di nav de jî jin, zarok û şarezarên bijîşkiyê hebûn, û herweha jî hokereke ji tirsê di nav xelkê de çêkir.
Û navên Şehîdên Xelkê Efrînê jî ev in:
1- Şarezayê tevzandinê hemwelatî “Emîn Qoşo kurê Seydo/55/sal” ji xelkê Gundê “Xelnêrê” – Efrîn, di encama ketina avêjteyekê li rex mala wî ya nêzîk Gergeha “Maratê”.
2- Hemwelatî “Zelûx Henan Mihemed /85/sal” ji xelkê Gundê “Maratê” – Bajarê Efrînê, di encama ketina avêjteyekê li kolana “lîstgehê – elmel’eb” de li nêzîk “Feta’êr Elreşîd” – li kêlek mala wê.
3- Hemwelatî “Melek Osman Xelîl/66/sal” ji xelkê Gundê “Xelîl” – Navça Şiyê, di encama ketina avêjteyekê bi ser binzemîna avahiyeke niştecîbûnê de, li Başûrê gulîstana eltîcare.
4-5: Hemwelatî “Zêneb Mihemed Şêx Dehdo/21/sal”, û zaroyê wê “Yûsêf Xoşnav Qilîç/2/sal” ji xelkê G.”Maratê”, di encama ketina avêjteyekê bi ser mala diya wê de, li nêzîk Gergeha Maratê.
6-7: Zarok “Lana Mistefa Elumêrî” û xwîşka wê ya zarok”Liyan Mistefa Elumêrî” – ji pêkhateya Ereb, di encama ketina avêjteyekê bi ser nexweşxanê de.
Û herdu malên “Umran Şêx Dehdo li nêzîk Gergeha Maratê, Xelîl Hemo li Vêleyên Başûr” ziyanên şênberî têde çêbûn.
Weha hêzên Artêşa Turkiyê jî di heman êvarê de û ta nîvê şevê, bombebarana xwe ya mekin ji derdora gundên “Robariya û Şêrewa” re (yên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de) berdewam kir, di encamê de zarok “Îsa Mihemed Îsa/12/sal” ji xelkê G.”Aqûbê” birîndar ket, û li roja din jî Bajaroka “Tilrif’etê” topebaran kir û ziyanên şênberî gîhande malan.
= Li Roja Sêşemê 15.6.2021an, makînak teksî ye bombekirî li çateriya Gundê “Kefircenê” – Navça Şera (ya ku rêbendeke Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” lê heye) teqiya, û di encamê de du kes hatin kuştin, hin din birîndar ketin, û ziyanên şênberî gihîştin hin dîkanan.
Husbûn û bêdengiya hin Kurdan li ser bûçûn û siyasetên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya bi ser Turkiyê ve yên li dijî hebûna Kurdan û beşdarbûna wan li Sûriyê, tiştekî bigûman e û ciyê şermezarî û vereşiyê ye.
20.06.2021an Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– G.”Çê” – N.Reco berî dagîrkirinê.
– Maleke talankirî li G.”Çê”.
– “Nivîsgeha koçberên Parêzgeha Hemê” li G.”Coqê” – B.Efrînê.
– Hemwelatî “Ekrem Hec Elî û hevjîna wî” ji xelkê G.”Coqê”, û herdu koka dara zeytûnê (ya ku Milîseyên “Firqit Elhemzat” li Avdara 2018an bi rengekî hovane qutkirine) hembêz dikin.
– Zaretgeha Şêx Cemal Eldîn – G.”Coqê”, piştî dagîrkeriyê.
– Bombebarana Nexweşxana “Elşîfa’i – Avrîn a berê”, 12.6.2021.Z.
– Hin qurbaniyên komkujiya B.Efrînê, 12.6.2021.Z.
– Zarokê birîndar “Îsa Mihemed Îsa” ji xelkê G.”Aqûbê – Şêrewa”.
– Teqîna makînak teksî li çateriya G.”Kefircenê”, 15.6.2021.Z.
yekiti