Guhertina demografî ya rêbazkirî dighêje asta qirkirina nijadî li dijî Kurdan (hejmar û rasteqînên li ser niştecîkirinê)
((Êrişa ku Artêşa Tirkiyê tevî bêtirî /20/hezar çekdar ji milîseyên cîhadîst ên bi ser Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve, piştî ewqas xirbeliq û amedebaşiyên ragîhandinî û leşkerî yên mezin, di bin navê “Şaxa Zeytûnê – Xusin Elzeytûn” de, bi behaneya “berevaniya di ber ewlehiya netewî ya Turkiyê de” û “Şerê rêxistinên terorîst, tunekirina cudexwazan, vegerandina koçberên Sûrî û niştecîkirina wan…”û siloganên olî “şerê gawirtî û nebawerbûna bi Xwedê, belavkirina Ola henefî…” û tabloya “Şoreş û Cîhadê”, li çarêka yekê ji Avdara 2018an bi ser Herêma Efrînê de aniye; Armanc jê dagîrkirina herêmê û dawîkirina Rêvebiriya wê ya Xweser, hilkirina xelkê wê yên Kurd ji tamarên wan ên dîrokî, jiholêrakirina nasnama netewî, şerê çand û zimên, jihevşe’itandina tevna civakî, pişaftina kevnetora şaristanî û jihevşelandin û lawazkirina malmewal û kanînên wan ên geşepêdanê, bi hemî alav û şêweyan bû.
Û bi rastî bikaranîna binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê di navboriya sê salan de, Efrîn ji herêmeke bi awakî rêjeyî biewle û di hemî warên jiyanê de bi pêş diket, bû herêmeke ne aram û fewdalîzim û serberdayetî û nevehesî tê de serwerdar, û rewşa ewlehî û mirovahiyê pir zehmet bû û her dere pîstir dibe.
Û ji armancên dagîrkeriyê yê berztirîn cîbecîkirina guhertina demografî ya rêbazkirî bû (guhertina giropeke ji taybetmendiyên nişteciyên resen, ew jî taybetmendiyên tibabî ne, jê “guvêşa niştebûnê, belavbûn, geşbûn, girse, govdeya niştevanî…”, û taybetiyên cûreyî ne, jê “geşepêdan, çand û hînkirin, xwarinvexwarin, saman…” ) û li gor van xalên jêrin:))
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:
yekiti