Birêz Keyo yê Cegerxwîn jî,
Ji nav me bar kir
Nawaf Bishar Abdullah
Berî çend hûrdeman, bi dilekî xemgîn, tev kul û keser min nûçeya reş a koçkirina birêz Keyo yê Cegerxwîn li ser NETê xwend.
Ev e 9 sal in ku li welatê me şer, pevçûn, kuştin û talan e. Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê ji bal dewleta Turkiyê ve hatine dagirkirin!. Xelkên me, rojane toşî tawan û kiryarên hovane dibin, têne girtin û têne kştin, bê ku tu alî, tu dewlet destê xwe bide ber vê sitema giran!..
Ji kuştin, mirin û penaberiyê pêve, tişek di jiyana me Kurdan de nema ye, keyf û şahiyê bar kirine, nema têne dîtin!..
Ji kûraniya dil ez xemgînim Kesra, min digot li ser xaka welêt careke din em ê hev bibînin, lê mixabin, mirinê rê neda bira can!..
Cihê te bihuşta berîn be, serê gelê Kurd, malbata Cegerxwîn û hemû hezkerên te sax be!.
Oxir be…Tu ji bîr nabî, tu di dilê me de dijî.