Bê qidoşim
Ji guhê min deng û vedeng îroj tê
Nizanim ez xewa min pir biroj tê
Ji xwedê de bextx reş û bê qidoşim
Bihara min bê nivîşk û firo tê
Sar û serma zivistanê min tev xwar
Ku bû bihar bakur heroj di roj tê
Her ku baran û xunavek dibarê
Ji xwedê de ba û qeşa bi roj tê
Werzevanê werz û rez û baxan bûm
Yê min tune ji dijminre pirotê
Min çêlek û sewal û pez xwedî kir
Di kozêde zûre zûra guro tê
Ji xelkêre nivîşk û mast û qeymax
Yê min tort û dewê tiro viro tê
Bergeşa cîhanê her tişt li ser hê
Para min şekirekî kir kiro tê
Ev çend salin bi yar û destgirtî me
Di riya min pîreke mir miro tê
Memê alan li ser zînê dinalê
Jêre tireliya şeytan beko tê
Çibkim, ji dest bextê tokşîn û xwedê
Tew bi xeml û kirasê fir firo tê
Pehlewî me kurê ehmedê seydo
Dîrok û heldora min pak îro tê
Siyamend bûm dil bijokê xecê bûm
Gayê nexel hol kirim çal û kortê
Tirsim bimrim wek memê zîn nebînim
Daxwaza min wê demê xewne ro tê
An bibim kurd kurdistanê nestînim
Hestik mestika min bê fer û zo tê
Perîşanê kurdim dilyar û gone
Qêrîna min vaye bi şev û ro tê
 
 
yekiti