Bangewaziya hin çalakvan û rewşnbîr û akadîmisyonên Efrînê….

EFRÎN … QÊRÎNA ZEYTÛNÊ

Dagîrkirina Efrînê derbasî sala sisiyê bû, bê tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike. Hîn bi sedhezaran şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçkirin li kampên penaberî, gund û bajarên Şehba, Heleb û deverên Sûrî yên din şerpeze ne, herweha lêtengkirin li serê şêniyên Efrînê yên di hundirî herêmê de mane, berdewam dike da ku wan jî koçber bikin û ji malên wan derxînin. Tê zanîn ku hikûmeta Enqerê girûpên çeteyan yên pê şer kirine, bi talankirina Efrînê xelat kirine, wan jî hemî kerb û kîna xwe lê saxkirin, gîşt pileyekê ku Efrîn weke devereke derve hemî zagon û nirxan bûye. Lê reftarê girûpên pêxwas desthilatdar e, ku kuştinê belav dikin û pir caran jî xwe bi xwe, li ser parên dizî û talanê şerê hevdu dikin.
Dengên ji hundir derdikevin, didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane û bangê li wijdana mirovahî ya maye dikin, da ku jiyanê di asta herî kêm de reha bikin, tiştê ku li wir diqewime cînosayd û dawîhanîna hebûnê ye, ango hemî rengên binpêkirin û zêdegaviyan tê bikaranîn, ji tawankariyên kuştinê, revandin, girtina bi zorê, xwestina fidiyeyan, bi ser de jî kesek nizane çi li baregehên ewlehî û girtîgehên taybet diqewime. Gelek tawankariyên li ser malûmilk, namûs û kesan tên kirin, û êdî nema şêniyên deverê yên resen bi aramiyê hest bikin ne li kolanan û ne jî li malan, û bi awayekî bê rawestan desteserkirin û qewitandina xwediyên xaniyan berdewam dikin.
Li jêr destê dagîrkeriyê de, dîmenê cendekekî li çolê, kesek di mala xwe de hatibe kuştin yan serjêkirin, mêr yan jin be, bi awayekî normal derbas dibe, herweha bûyerên derîşikandina malan bi darê zorê û dizîn û kuştina xwediyên malê, bûye diyarde. Li Efrînê, şivanên niştedagîr bi ser xwediyên zeviyan ên navsal de diqêrin û dibêjin: “ev zevî milkê meye… divê tu jê derkevî”, lê gava ew li ber xwe dide, tê şehîdkirin weke gelek navsalên din, ji ber wê hêja ye em bibîrbînin ku armancgirtina kalûpîran, armanckirina dawîtirî xêza berevaniyê ya ji ber dîrok û taybetmendiya Efrînê ve ye.
Tiştê ku li Efrînê diqewime cînosaydeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin. Turk-kirina deverê bi rêya sepandina zimanê turkî tê kirin, herweha bawerî û gerdişên cuda tên çandin û ji aliyekî din ve îslamkirin di metiryalên xwendinê de, li gor rêbaza rêxistina Îxwan El-muslimîn tê ferzkirin, di vî warî de mezelên olî, goristanên musilman û Êzdiyan serûber, bi tawanên kafirkirin û bêolderxistinê tên herifandin û dizîn.
Guhertina demogirafî, ne encama dagîrkirinê ye, lê ev piroje yek ji armancên herî sereke yên dagîrkirinê ye, tê xwestin bi rêya koçkirinê re dever ji şêniyên wê were valakirin, û yek ji nîşanên wê ew bû , gava ku asta êrîşên ser herêmê gur dibûn ala Tirkiyê li ser dezgeh û avahiyên fermî hat bilindkirin û dagîrkirin hat ragihandin, û ji hinge ve, roj bi roj demogirafiya herêmê tê guhertin, ango niştedagîran bi hejmarên zêdetir tînin deverê û di malên şêniyên deverê yên resen de tên niştecîkirin, û ewên ku di malên xwe de mane jî, jê tê xwestin ku kirêya malên xwe bidin çekdaran!
Ji debara jiyanê, heroj pilana lêtengkirin, perîşankirin û birçîkirina bi mebest, berdewam dikin, ev pilan jî di rêya sepandina vêrgî, tehsîldariyên ne dadmend, desteserkirina malûmilkan, hilkirina darên zeytûnan, şewitandin û êzingkirina tewş ji daristanan re tê cîbicîkirin, herweha av ji bendava Meydankê bo wîlayeta Rêhaniyê tê dizîn.
Hikûmeta Enqerê di dema standina biryara şer de, ne tenê amadebaşiyên leşkerî hazir kiribûn, lê wê nexşeyên pêşwext bi gir û cîgehên şûnwarî jî amadekiribûn û bi taybet ewên tê pêşbînkirin ku gewher û terwendeyên dîrokî tê de hene. Li jêr bin destê dagîrkeriyê, pêvajoyên sîstematîk bo kolan û vekolana li dehên cîgehên dîrokî berdewam dikin, û jê parşeyên şûnwarî û antîka hatin derxistin û bo Tirkiyê hatin şandin. Bê guman ev gav bi mebesta jinavbirina nasnameya dîrokî û çandî ya deverê ne.
Efrîn dozeke pir-alî ye, lê yê herî li pêş, aliyê wê yê netewî ye, wê lomê barekî dîrokî bi awayekî yekser dikeve ser milên Kurdan û bi taybetî dikeve ser milên partî, hêz û kesayetên Kurd ên xwedî bandor, û ji wan tê xwestin ku li hev bikin û mala Kurdî bidin hev da ku bersivê li hemberî kampîneya cînosaydkirina giştî û sîstematîk ya li dijî Efrînê tê kirin, bidin û birîna wê ya ku ji bêtirî du salan de xwîn jê diherike derman bikin.
Em weke kesayetên rewşenbîrî û akademîsyan ên ku îmaza xwe dane ser vê bangewaziyê, li ser navên xwe herweha li ser navên bi hezaran kesên ku têkilî bi me re kirine, ewên ku niha li hundirî Efrînê, li kampên Şehba û bajarên din dimînin, û ji ber ku baweriya me heye, doza Efrînê çarenivîsa Kurdan destnîşan dike, ango tê naskirin ku doza Efrînê beşeke ji doseya Kurdî di nav pêngava çareserkirina kirîza Sûrî de, wê lomê, em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokirat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye, û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin.
Îro, ji hemî hêzên Kurdî yên siyasî, rewşenbiran, şarezayên zanistî, xwediyên pênûsên azad bi rengên xwe yên ramanî, tê xwestin ku li hemberî civaka Efrînê, yên li hudnir û kampanên penaberî û koçberiyê de, helwesteke rijd û zelal bidin, ji çarçova gotarên têyorîk derkevin, û bersiva pirsên şêniyên Efrînê li ser çarenivîsa deverê, bi awayekî yekser bidin, rêkên bidawîkirina dagîrkeriyê werin dîtin, herweha çareyek ji êşa şêniyan re bê danîn, ji xwe van hêzên siyasî, ev erk û stûbariya hildane milên xwe û xwe wek nûnerên gelê Kurd didin naskirin, loma behaneyên paşxistinê nema tên pejirandin, herweha bi carekê netê qebûlkirin doza Efrîn dakeve meydana bazarê.
Herweha em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, herweha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe, herweha divê çarenivîsa bi hezaran kesên binçavkirî were aşkerekirin, kar li ser azadkirina girtiyan were kirin, hemî tawankar werin sizakirin û malbatên qurbaniyan werin qerbokirin.

1. Anjêla Reşo – Dermansaz
2. Aslan Mamo – Şêwekar
3. Axîn Welat – Helbestvan
4. Bediredîn Bîlal – Dadwer û Şêwirmend
5. Bêrîvan Hemûş – Şêwekar
6. Çeleng Omer – Akademîsyan û Aborînas
7. Cemîl Reşîd – Nivîskar û Rojnamevan
8. Dildar Mîtanî – Lêkolîner û Belgekerê Arşîva Dîjîtal
9. Ebdîn Mustefa – Şêwekar
10. Dr. Ebdulla Mihemed – Doktor di Zanîngeha Nant de
11. Ebdulla Şikakî – Nivîskar û Lêkolînerê Dîrokê
12. Dr. Ebdulqadir Hesko – Bijîşik
13. Ebdulrehman Hacî Osman – Rêvebirê Malpera Tîrêj Efrîn
14. Prof. Dr. Ednan Îbiş – Doktora di Bîrkarî de
15. Ehmed Hesen Ekaş – Rojnamevan
16. Ehmed Qitmê – Rojnamevan
17. Dr. Ehmed Yûsiv – Akademîsyan – Doktora di Geşkirina Aborî de
18. Dr. Ekrem Nesan – Bijîşikê Şareza di Bijîşikiya Rewşên Awarte de
19. Elî Îso – Rêvebirê Saziya Êzdîna ya Rojnamevan û Hiqûqî
20. Emîne Ala – Mafnas
21. Emîne Misto – Rojnamevan
22. Dr. Faek Minela Elî – Akademîsyan – Doktora di Aborî de
23. Dr. Ferhad Nesan – Bijîşik
24. Dr. Fexrî Ebdo – Bijîşik
25. Fîras Mehmeûd – Aktor û Şanoger
26. Gulê Xezal – Endezyar
27. Gulistan Sîdo – Akademîsyan – Berpirsa Têkiliyan di Zanîngeha Rojava de
28. Hemrîn Hebeş – Çalakvana Belgekirin û Wergerandinê
29. Henîf Hemo – Şêwekar
30. Hêvîn Hiso – Helbestvan
31. Heyder Omer – Rexneger û Lêkolîner di Wêjeya Kurdî de
32. Hikmet Cemîl (Bangîn) – Hunermend û Dengbêj
33. Hozan Ebdo – Derhênerê Sînemayê
34. Hozan Efrînî – Nivîskar û Rojnamevan
35. Husên Hebeş – Helbestvan
36. Husên Norlo Naso – Parêzer û Siyasetmedar
37. Ibrahîm Şêxo – Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê
38. Îdrîs Mamed – Romannivîs
39. Îmad Şêx Hesen – Parêzer – Navenda Lêkolîn ya Xwndinên Qanûnî
40. Kamîran Elî – Parêzer
41. Kemal Ehmed – Nivîskar û Lêkolîner
42. Dr. Kemal Sîdo – Berpirsê Rojhilata Navîn – Rêxistina Parastina Gelên Jêr Gefê
43. Leyla Alturk – Çaksazkera Şûnwaran
44. Dr. Mamed Cimo – Akademîsyan – Doktora di Zimanên Rojhilatî de
45. Meha Hesen – Nivîskar
46. Mehmeûd Keleş – Lêkolîner di Ola Êzîdî de
47. Mehmûd Çeqmaqî – Helbestvan û Sînemavan
48. Memdûh Tobal – Endezyar
49. Menan Cefer – Mamosteyê Zanîngeha Rojava
50. Merwa Birîm – Nivîskar û Helbestvan
51. Merwan Berekat – Lêkolîner û Romannivîn
52. Mihemed Bilko – Hunermend
53. Mihemed Bilo – Rojnamevan
54. Mihemed Hebeş – Rojnamevan
55. Mihemed Hemo – Navîskar û Helbestvan
56. Mihemed Şerîf – Rojnamevan
57. Mihemed Xelîl – Endezyarê Kîmawî
58. Mihemed Zada – Helbestvan
59. Dr. Mihemed Zeyno – Nivîskar – Doktora di Civaknasî de
60. Mihyedîn Arsilan – Şanoger û Derhênerê Sînemayê
61. Mîtra Yûsiv – Hunermend
62. Mustefa Şan Nebo – Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê
63. Newroz Reşo – Rojnamevan
64. Nîhad Alturk – Şêwekar
65. Dr. Nûrî Şêx Qenber – Bijîşik
66. Dr. Nûristan Memo – Akademîsyan – Doktora Di Kîmya de
67. Pîr Rustem – Nivîskar
68. Pîr Şemo – Lêkolînerê Civaka Êzîdî
69. Rewan Cûmî – Master di Şûnwarnasî de
70. Rifet Zuhêr Al Emo – Şareza di Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navdewletî de
71. Rîma Berekat – Mafnas
72. Robar Îbiş – Mafnas
73. Rohan Mustefa – Akademîsyan – Hevseroka Zanîngeha Rojava
74. Rûken Ekaş – Hunermend
75. Dr. Sebrî Hesen – Mamosteyê Zanîngehê
76. Selah Beyram – Hunermend
77. Selah Sîno – Şarezayê Şûnwar û Mûzxaneyan
78. Selah Yûsiv – Helbestvan
79. Selam Husên – Nivîskar
80. Şêxo Bilo – Mafnas
81. Dr. Seydo Hemo – Bijîşik
82. Tara Îbo – Nivîskar û Helbestvan
83. Temoz Şemalî – Nivîskar
84. Welat Efrînî – Nivîskar û Rojnameger
85. Welîd Bekir – Lêkolîner û Mamosteyê Zimanê Kurdî
86. Xelîl Xemgîn – Hunermend û Dengbêj
87. Yûsiv Bekir – Şêwekar
88. Zekeriya Efrînî – Helbestvan
89. Zinar Ala – Rojnamevan
90. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye
91. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye
92. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye
93. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye
94. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

 
yekiti