Li her dem û cihî mirivên hêja karên pîroz dikin.

MERWAN BEREKAT 

Belê yek ji wan gewremirovan lawê Efrîna birîndar birêz Dr. Beşar Mistefa ye. Li Berlînê bijîşkê çavan e. Piştî ku dewleta Tirk a faşist Çiyayê Kurmênc dagîr kir û ta roja îro bi hemû kanebûna xwe alîkariya ji penaberên Efrînê re dike. Ji wê pîroztir, ji du salan ve weşanxaneya SER SERA li bajarê Berlînê – Almaniya ava kiriye. Ta niha hejmareke mezin ji berhemên KURDÎ yên nivîskarên Kurd bi pereyên xwe çap kirine û hîn jî berdewam e.
Li 7.3.2020an pêşengeha pirtûkên kurdî yên ku çap kirine li Almaniya bajarê Boxumê li dar dixe. Bêguman pêşengeheke dewlemen û nirxdar e. Çendî hêja ye ku Kurdên li Almaniya û Ewripa beşdarî pêşengeha weşanxaneya SER SERA bibin û pirtûkxweneya xwe dewlemend bikin.
Serkeftin bo Dr. Beşar Mistefa.

yekiti