Gotina Weşana “NEWROZ” di 7emîn salvegera terorkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd ê navdar Kemal Henan de:
***********************************************
Pakrewanê raman û pênûsê
KEMAL HENAN
her zindî ye!
Di jiyana siyaset û rojnamevaniyê de, roja 31.01 2013an, roja dawî ya meha Çille, dawiya şahî, hêminî û bexteweriyê bû!…Di vê roja reş a bêqidoş de, li taxa Eşrefiya Helebê, bi guleyeke kîndar, neyarên aştî û azadiyê, dilê xebatkar, rojnamevan û mirovhezê Kurd ê naskirî (KEMAL HENAN) rawestandin…
Bi vê tewana hovane, çanda Kurdî, wêje û rojnamevaniya bi zimanê dê li Sûriyê, û berî hemiyan, weşana NEWROZ a ku pakrewan Kemal yek ji damezrêner, û paşê berpirsê wê bû, hemiyan bi hev re reş girêdan!…
Ji wê rojê ta roja me ya îro, weşana we NEWROZ her xemgîn, melûl, baskşikestî û birîndar e, Deste û xwendevanên wê bi derd û xem in, ji ber ku nema ew wê ronahî û rewşena berê di nava rûpelên wê de dibînin!..
Ji Efrîn a birîndar a ku îro di bin dagirkeriya hovên serdemê de dinale, ta Kobaniya berxwedêr, Girê Sipî û Serê Kaniyê, ya ku di bazarên rûreşan de li ser destê bazirganên siyasetê, bi darê zorê ew ji xwediyên xwe hatine standin û biyanî lê cîwar bûne, ta devera Cizîrê, birêz Kemal Henan weke xebatkar, rewşenbîr û siyasetmedarekî dilsoz dihate naskirin û ew cihê rêz û rûmeteke giran bû…
Di vê bîranîna xembar de, bi navê Desteya weşana we NEWROZ, em xweşmêr, lehengê çand û pênûsê, xemxurê doza gelê xwe, xwediyê gotara aştî û mirovahiyê bi stuxwarî bibîr tînin û bejna xwe jê re diçimînin û gurzek Gul û Nêrgizên Çiyayê Kurmênc diyarî giyanê wî yê pak î pîroz dikin.
Li dawiyê, baweriya me di Desteya NEWROZê de ew e ku tevî hemû reng û cureyên azaran, tevî dagirkeriya malwêran û derbederiyê, tevî birînên me yên şil ku hêj qeşmûşk negirtine, tevî ku hêj hişê me baş nehatiye serê me, û me dost û dijminên hebûna xwe ji hev cihê nekirine jî, lê, em bê hêvî nabin….Em bêhêvî nabin û em bawer in ku ji bo doza gelê me ya pîroz her dê kar û xebat berdewam be, û serkeftin ji gelê me re ye!
Serê gelê Kurd, hezkerên zimanê Kurdî, malbat û xwendevanên zimanê dê sax be.
KEMAL HENAN her zindî ye”.
Desteya Weşana NEWROZ
30.01.2020 Z