Kurte jiyana birêz Silêman Adê
Muslim Ş Hesen
Silêman Mihemed Emîn Adê, dayîk Fecireh di sala 1967 an de li gundê Lotikê ji dayîka xwe bû .
Rêjîma Behis wek hemî gundên dîtir ew jî guhart kirin (Abo Ecêleh) û pakrewan Silêman ji malbateke kedkar û bicukbû, jimara wan 6 kes bûn û yê herî bicokibû.
ji ber rewşa jiyana kambax û tinebûna kar li deverên kurdî koçî paytexta Sûriyê Şam kirin.
Lê di sal 1986 an de roj Cejna netewî ya gelê kurd (NEWROZ) de desthilatdaran ahengên Newrowz ê li seran serî Sûriyê qedexekirn .
vêca kurd ên ku li Şama paytext niştecîbûn rabûn ser piyan û xwepêşindan li pêşiya avahiya Serokomarê Sûriyê HAFIZ ELESED li dar xistin û rêjima xwînmij xwepêşender bi gule û cekan pêşwazkirn û di encamêde nemir Silêman Adê bû pakrewan bi guleyên rêjîmê û di wê roja pîroz de nemir Silêman Adê bû pakrewanê yekem li Sûriyê.
Lewra jî rêjîmê ji wê salê û hurva roja 21/3 /1986 an kirin gerdeniz an betlane.