أحيا التحالف الوطني الكردي في سوريا في الحادي والعشرين من آذار مراسيم احتفال العيد القومي الكردي (نوروز) في غابة كوباني وذلك بحضور حشد جماهيري كبير .
حيث بدأ الحفل بالترحيب وتهنئة الجمهور من قبل عريفة الحفل أمل عطي والوقوف دقيقة صمت اجلالاً لأرواح شهداء كرد وكردستان وشهداء الحرية, والنشيد القومي الكردي (أي رقيب) ثم القى ريزان مصطفى كلمة اللجنة المحلية للتحالف في كوباني هنأ  فيها الحضور والمقاتلين الكرد في الجبهات من بيشمركة, YPG , YPJ ثم تحدث عن آخر المستجدات على الساحتين السورية والدولية, ثم ألقى مسلم شيخ حسن كلمة التحالف الوطني الكردي في سوريا باللغة الكردية وهذا نص الكلمة :
Gelî xwîşk û birayên hêja …….!
Bi navê HEVBENDÎ YA NIŞTIMANÎ A KURD LI SÛRIYÊ Cejna we tevan pîroz be.
Em zor dilşa û bextewarin ku îro ligel we pêşwaziya Cejna netewî ya gelê kurd dikin. Ev rojeke girînge ji rojên heyva Avdarê, herweha Avdar jî heyvek ji heyvên buharê ye. Weke hûn dizanin bi hatina Buharê re, siruşt bi hemî rengan tê xemilandin û xweş dibe, û vêre mirov dilşa û geş dibe. Lê îro ev rewşa awarte ya ku Sûriyê tê re derbas dibe keç, xort, zaro, kal û pîrên bi rûmet weke we bi dil û rûyên xemgîn, beşdarî Cejna xwe ya netewî dibin . Ji aliyek din ve, 21ê Avdarê Cejna netewî ya Kurda ne, ji ber ku, di vê rojê pîroz de, berî 2629 salan, lawê Kurd KAWA yê hesnkar, dawî li zordariya EZDEHAKÊ xwînmij aniye, gelê Kurd, ji bin cavsorî û sitemkariya wî rizgar kiriye û serbestî û azadiya wî pêk aniye, ji ber vê yeka han jî navê NEWROZ , ango ( ROJA NÛ ) li vê roja pîroz bûye, û ji gelê Kurd re bûye Cejna netewî, û ji hinge ve gelê Kurd NEWROZa xwe bi kêf û şahî pîroz dike, û rojeke xweş bi sirûştê re, bi dîlan û seyran, bi reqs û sema derbas dike, ji ber ku NEWROZ di naveroka xwe de, Cejna Aştî, Azadî û wekheviyê ye, lê mixabin kûştin, girtin û wêrankirina bajar û gundan ji aliyê rêjîma Sûriyê de, hîşt ku em NEWROZa xwe îsal car din bi xemgînî derbas bikin . Gelî camawerê hêja …. Bi hemî şêwa û bangan gelê Sûriyê Kurd û Ereb û tevgera demokratik a Sûriyê û di nav de jî tevgera netewî ya Kurd hewildan, ji bo çareserkirina pirsên gelê Sûriyê bi tevayî, û pirsa gelê Kurd bi taybetî, lê mixabin, rêjîma BE`ES li dirêjiya 50 salî li Sûriyê bi tena xwe li welêt desthilatdarî dike û dengan nabihîze û naxweze bibîze. Û bi serde rewşa aborî, rêzanî, civakî li seranserî welêt kire astengiyan, û xeleka bircîbûn û xizaniyê di civaka Sûriyê de roj bi roj feretir kir, û bi sedan Kurd û kesên xwedan nêrîn zîndankirin, û herweha bi sedan pîlan û pirojên xwe li dijî gelê Kurd bi karanîn, lewra jî şoreşê destpêkir ji bajarê DERHÊ de li dijî rêjîma xwînî ya ku hemwelatiyê Sûriyê Kurd û Ereb ji hemî mafan bê par kirine, lê em karinbêjin ev şoreşa zemînekî xweyê dîrokî heye, û ne ji valahiyê hatiye, û ev rêjîma xwînî û sitemkar ku ciqas bajar û gundan bide ber top û bombe û guleyên xwe, wê nikaribe şoreşa gelê Sûriyê rawestîne û em bawerin ku xwîna pakrewanan valah nare û wê nêzîk dawî li rêjîma xwînî wîne. Cimkî ku tu rewatî ji re nemaye, pîştî ku hemî curyên çekan li dijî gelê Sûriyê bi karanîn û bîtrî 500 hezar kes kuşt û melyonek birîndar û nêzî 12 melyonan jî peneber. Vêca li gorî mercên vê rewşê û qonaxa nû ku Sûriyê û seranserî cîhanê û devera me tê re derbas dibe, û li gorî rewşa gelê me yê perîşanî bê guneh, ji me hemiyan tê xwestin ku em gelê xwe û doza wî ya dadmend xwedî derkevin, kar û xebateke ji dil di ber mafên wî yên rewa de bikin, bi hişmendî rewşa gel ji hemî hêlan ve bixwînê û tîbigihe ku, dermanê herî baş, yekirin û çarçewkirina hêzên tevgera me ye, ango, ji hemî hêzên siyasî yên Kurd li Sûriyê ( HEVBENDÎ, ENKS, TEV- DEM ) û partiyên dîtir tête xwestin ku di zûtirîn dem de nûneretiya kurd ya rasteqîn li Sûriyê damezirîne, ku aramî û destkefitiyên li Kurdistana Sûriyê peyde bûyê, bi hêzên pêşmerge, ypg û ypj car din ji dest me neçin, û ku karibin beşdarî civînên navdewletî yên ku tên li darxistin ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê, û herwiha em bawerin wê ew nûneretiya rewa hemû pîlanên dewletên dagirker ( Sûriya, Tirkiya û Êran ) têkbibe. Gelî xwîşk û birayên delal……..! Pêkanîna daxwaz û hêviyên ku me anîn ziman di zûtirîn dem de, pêwîst dike ku êriş û devavêtin di nav rêzên tevgera me ya netewî de û taybet yên li ser ragehandinê were rawestandin, çimkî sûde nade gelê me, û wê rojekê jî tu sûde nede, û herwiha şewtandin û girtina bargehên partiyên siyasî yên kurd û zîndakirina kesên siyasî cihê şermezariya me ye û ew bixwe nakokiyan di nav tevgera kurd de kûr dike, veca dibe ew kiryar were rawestandin û pirsgirêg di rêya goftûgo re werin çareserkirin. Ji aliyekî dîve em bal dikişînin ser babeta devera Şengalê ya ku îro bûye mijara rojevê li her çar parçeyên Kurdistanê, lewra jî em bang û gazî birêz Mesûd Berezanî serokê herêma Kurdistan û serkirdeyên partiya (pkk) ku pirsgirêga devera Şengalê bi rêya diyalokê re çareserkin, çimkî dewletên dagirker li benda şerê bira kujîne, ji bo ku destkeftiyên heyî windabibin û doza kurd bi sedsalan bipaşkeve. Li dawiyê xwîşk û birayên xoşewîst….. Em car din Cejna NEWROZÊ li we pîroz dikin.

yekiti